Li Şengalê gorên komî yên jinên Êzdî hat vekirin

Îro li Şengalê bi amadebûna girûpeke ji NY’î goreke komî ya jinên êzdî ku li ser destê çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin hat vekirin. Xizmên kesên ku texmîn dikin termên malbata wan di gora komî de ne, daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de termên her kes ji wan bê naskirin.

NY’î 2017’an biryara avakirina giropeke taybeta ji bo lîkolîna tewanên çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê dabû.

Bi amadebûna nûnerên hikumeta Iraqê û komeke ji NY’î, goreke komî ya jinên Êzdî li Şengalê hat vekirin

Merasîma vekirina gora komî a jinên êzîdî ji vê sibehê ve dest pê kir.

Di van goran de termên 80 jinên êzdî ku li ser destê DAIŞ’ê hatibûn kuştin derketin.

Li gorî agahiyan jinên hatibûn kuştin ji gundê Koço ne û temenê wan li ser 40 salî ne.

Yek ji jinên êzdî ku dayika wê jî di nav gorên komî de ye diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ’ê derbasî gund bûn, jin û zilaman ji hev cûda kirin û ew kuştin.

Xizmên kesên ku texmîn dikin termên malbata wan di gora komî de ne daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de termên her kes ji wan bê naskirin.

Jinên êzdî yên ku dema hêzên hikumeta Iraqê û PDK’ê ji cihê xwe reviyan, DAIŞ derbasî Şengalê bûn hatin kuştin.

Ev gor di wextekî de tê vekirin ku hîna birînên gelê Êzdî nehatiye pêçan, careke din li ser Şengalê lihevkirin pêk tên.

Heman kesên ku Şengal bi tenê hiştin, îro daxwaza tunekirina vîna wan jî dikin.

Lê civaka Êzdî tu car vê îxanetê ji bîr nake, lewra hebûna xwe radestî wan nake.

Back to top button