Li Qamişlo konferansa 4. a nivîskaran hat lidarxistin

Îro, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê bi dirûşma “Nivîskar Balyozê doza gelê xwe ne” konfransa xwe ya 4. li dar xist.

Konferans bi beşdariya 50 delege û bi amadekariya endamên Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê li hola zana ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Hevserokê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Ilyas Sîdo di konferansê de axivî û diyar kir ku divê nivîskar li dijî êrîşên li ser desketiyên şoreşa rojava bibe mertal.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava yê Kurdistanê Welîd Bekir jî axivî û got: “Divê nivîskar û rewşenbîr zimanê kurdî û çanda kurdî xurt bikin.”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûda Mexso axivî û daxwaza hevgirtinê ji rewşenbîran kir.

Di konferansê de rêziknameya yekitiyê hat nîqaşkirin.

Back to top button