Hikûmeta Kiweytî istîfaya xwe radestî Mîrê welêt kir

Serokwezîrê Kiweytê Subah El-Xalid El-Subah istîfaya hikûmetê radestî Mîrê welat Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Subah kir.

Li gorî ragihandina Kiweytî, vê sibehê istîfa hat pêşkêşkirin.

Hin parlamenteran der barê hin dozan de “weke avakirina hikûmetê” banga lêpirsînê der heqê Serokwezîr de kiribû.

Ev gava istîfakirinê, her wiha piştî istîfakirina wezîrên hikûmetê jî hat avêtin.

Back to top button