Şêniyên Sirînê banga azadiya Rêber Abdullah Ocelan kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên gel yên li dijî biryara qedexeya mafê hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocelan heta 6 mehên din, zêde dibin.
Li Kobanê û Qamişlo bi çalakiyên cûda banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Li navçeya Sirînê ya Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî ji dergehê naveçeyê dest pê kir û li qada Şaredariya Gel ya Sirînê veguherî mêtingê.

Di vê hevoka li jêr de dîme ji vî lînkê li jor bikar bîne

Di mêtingê de, endama Koordînasyona Kongera Star ya navçeyê Mûna Ehemd axivî û got:

“Rêber Abdullah Ocalan, kesê yekemîn bû ku banga azadiya jinan kir û li rêbazên azadiya wê geriya.

Em îro li vir in, ji bo ku ji Serokê xwe re destnîşan bikin ku em pê re ne.

Emê tecrîdê bidawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.”

Mûna Ehemd bang li hêzên navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku li gorî zagonên navneteweyî tev bigere.

Ciwanên herêmê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Her weha Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Ciwanên PYD û Desteya Ciwanan bi hev re civinek berfireh derxistin.

Civîn li Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan hate lidarxistin.

Di Civînê de Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo tê mêşandin bi berfirehî hat nirxandin.

Her wiha rewşa siyasî û bandoriya şerê taybet li ser civakê hate nîqaşkirin.

Li ser navê Meclîsa Ciwanan Vîyan Nûjîyan axivî û tecrîda li dijî Rêber APo şermezar kir û got:

“25 salin Serokatî li îmraliyê girtîye.

Ev 25 salin ku Rêber Apo di bin tecrîdeke gelek giran de ye.

Ev ji bo me Rexendayîneke mezine.”

Ciwanan eşkere kirin ku di dema bê de, bi hemelyên nû kar û xebatên xwe zêdetir bikin.

Endamên PYD: Emê fikrê Rêber Ocalan li her cihî belav bikin

Back to top button