KCK: BIRYAR NE QANÛNÎ YE Û NAKEVE XIZMETA GELÊ KURD DE

buroyên Tevgera Azadî li başûr Kurdistanê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku helwesta YNK’ê û desthilatên başûrê Kurdistanê ne qanûnî ye û nakeve xizmeta gelê Kurd.

Her wiha bang li civaka sivîl û partiyên siyasî hat kirin ku helwesta xwe nîşan bidin.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê têkildarî bûyerên dawî yên girtina buroyên siyasî yên partiyan li başûr Kurdistanê daxuyanî dan.

Hevserokatiyê diyar kir ku di demekê de ku pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya netewî heye, li başûrê Kurdistanê buroyên partiyan tên girtin û wiha got:

“Serdegirtin û girtina buroyên Tevgera Azadî bi awayekî derveyî exlaqê siyasî û hiqûqî, ji bo gelê Kurd û siyasetmedarên wê pêkanîneke nayê qebûlkirine.”

KCK’ê destnîşan kir ku ev biryar ne qanûnî û dikeve xizmeta dewleta Tirk û hêzên derve..

KCK’ê helwesta YNK’ê rexne kir û diyar kir ku divê YNK’ê li ser xeta Mam Celal bimeşe.

“Sedema avabûna YNK’ê û xeta siyasî ya Mam Celal ew rê ye ku divê YNK îro jî li ser wê be.”

KJK: GIRTINA BUROYÊN TEVGERA AZADÎ Û RJAK’Ê LI DIJÎ NIRXÊN WELATPARÊZIYÊ YE

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê jî bi daxuyaniyekê biryara girtina buroya Tevgera Azad û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê RJAK’ê şermezar kir û wiha got:

Biryara rêveberiya Başûrê Kurdistanê û YNK’ê ya ji bo qedexekirina Tevgera Azadî ya Komelgeya Kurdistanê û RJAK’ê ku 27’ê Mijdara 2018’an li Silêmanî û derdora wê bi cih hate anîn, li nirxên exlaqî, welatparêzî û demokratîk nayê.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li welatparêz, demokrat, azadîxwaz û rêxistinên civaka sivîl û jinan kir ku xwedî li nirxên azadîparêz û demokratîk ên gerdûnî derkevin û helwestê nîşan bidin.

Leave a Reply

Back to top button