Li Dêrazorê 14 endamên şaneyên veşartî hatin girtin, 3 DAIŞ’î hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di operasyonên hêzên QSD’ê yên li herêma Dêrazorê de 14 endamên şaneyên veşartî hatin girtin û 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê daxuyaniyek derbarê operasyonên ku li herêma Dêrazorê pêk anîne, da.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Roja 31’ê Kanûnê li herêma Dêrazorê, li bajarokên Sûwar û Kesra û di gelek gundên girêdayî wan de, yekineyên me yên ewlekariyê û yekineyên me yên operasyonê, li hember şaneyên razayî yên DAIŞ’ê operasyon li dar xistin.

Di encama wan operasyonan de 14 endamên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

QSD’ê diyar kir ku kesên hatin girtin, ji bo ku di sersalê de çalakiyan bikin di nav amadekariyan de bûn, bi vê operasyonê ve ev armanca çeteyan vala hat derxistin.

QSD’ê got ku heman rojê di operasyona ku li nêzî gundê Ebû Nîtil ya bajaroka Sûwar hat lidarxistin de, 3 çeteyên DAIŞ’ê yên Iraqî hatin kuştin. “

Back to top button