Li Hesekê pirsgirêka avê

Kêmbûna avê li bajarê Hesekê metirsiya belavbûna Vîrûsa Coronayê zêdetir dike.
Dewleta Tirk ava stasyona Elok li ser şêniyan qut dike û şênî jî ji ber tunebûna avê bi gazinin.
Şêniyan diyar kirin ku eger çareseriyek ji pirsgirêka avê re neyê dîtin wê vîrûs bi lez belav bibe.

Li bajarê Hesekê pirsgirêka qutkirina avê dewam dike.

Ji bo xweparastina ji vîrûsa Coronayê tişta herî pêwîst jî av e.

Heta niha hejmara bilind a pêketiyên vîrûsa Coronayê li herêmê, li bajarê Hesekê ye.

Dewleta Tirk jî avê li ser şêniyên bajêr qut dike.

Ev yek jî bi riya rawestandina Stasyona Elok pêk tê.

Stasyona Elok ji dema ku hatî dagirkirin ji dewleta Tirk ve hata niha zêdeyî 8 caran hatî rawestandin.

Şêniyên bajar jî ji ber vê yekê bi gazinin.

Şêniyan diyar kirin ku ava ji 10 heta 15 rojan carekê tenê tê, ew car jî têra wan nake.

Her wiha anîn ziman ku eger av tunebe ew ê nikaribin parastina xwe ji vîrûsê bikin û wê hejamara pêketiyan jî zêde bibe.

Her çiqasî hişyarî ji bo dewleta Tirk di vê derbarê de tê kirin jî, lê dewleta dagirker di sûcên xwe de bi israre.

Back to top button