HPG: Dewleta Tirk bi zanabûn artêşa Iraqê kiriye hedef

Dewleta Tirk a dagirker doh wesayîtek ya artêşa Iraqê kir hedef û di dencamê de, 2 fermandarên Iraqê jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê êrîşî careke din li ser navê herêma başûrê kurdistanê di daxuyaniyên ku derketin de gerîla weke sedem hate nîşandan.

HPG’ê despêkê êrîşa dewleta tirk şermezar kir û got, Hêzên Iraqê bi zanabûn hedef hatine girtin û di êrîşê de gerîla jî şehîd bûne.

Doh hêzên hikûmeta Iraqê û gerîla ji bo çareserkirina pirsgirêk û nîqaşkirina êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê hevdîtinek pêk anîn.

Piştî vê civînê artêşa Tirk devera hevdîtinê bombebaran kir.

Tevî ku ala fermî ya Iraqê li ser wesayîtê jî hebû dewleta Tirk ev wesayît bi zanebûn kir hedef.

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta tirk bi awayekî namerdane careke din tevî ala Iraqê li ser wesayîtan bû ew bombebaran kiriye.

HPG’ê daxuyaniyên ji hikumeta herêma başûrê kurdistanê ku êrîşa dewleta tirk rawa nîşan dide û bi hebûna gerîlayan ve nîşan dide, red kir û got,

“Bi van daxuyaniyan metirsiya li ser gelên li herêmê jî ji nedîtî ve tê.

Divê xwe ji daxuyaniyên bi vî rengî vegirin, divê dest ji gotinên ku dewlet Tirk a faşîst mafdar nîşan dide berdin.”

HPG’ê di serî de ji malbata Muhemed Reşîd Silêman û Zubeyr Halî Taceddîn ên jiyana xwe ji dest dane sersaxî ji gelên Kurd û Ereb û dewleta Iraqê re xwest.

HPG’ê li ser bûyerê xemgîniya xwe anî ziman û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

“Eşkere ye ku dewleta Tirk a kujer bi xewn û xeyalên Osmanî tevdigere.

Li dijî vê êrişkariya dagirker divê gelên Kurd, Ereb û hemû gelên din têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Li pêş çavan e ku ev rejîma faşîst ji bo gelan hemûyan metirsiyeke mezin e.”

Back to top button