HPG: Li Xakurke û Heftenînê 5 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de li Heftanîn û Xakurkê herî kêm 5 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin, çeperek hate rûxandin û kepçeyek jî hate teqandin.

Fermandariya Biryargeha NPG û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber çalakiyên bibandor yên gerîla li dijî dagirkeriyê Fermandariya Eyaleta Heftanîn û Botanê pîroz kirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlaya yên li Heftenîn û Xakurkê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê de, 11’ê Tebaxê gerîlayan li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Berxwedan a li qada Xantûrê çalakî li dar xist.

Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de heman rojê gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xist.

Li gorî vê;

Saet 07.00’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şehîd Şahan a Xakurkê çalakî li dar xist.

Di ecamê de çepereke dijmin hate rûxandin û bi qasî hate zelalkirin leşkerekî dagirker hate kuştin.

Saet 08.50’de gerîlayan li dijî leşkerên li Girê Şifreza ya li ser sînorê Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xist.

Di vê çalakiyê de kepçe hate teqandin û leşkerek hate kuştin.

NPG’ê fermandariya eyaleta heftenînê pîroz kir

Ji ber çalakiyên bibandor yên gerîlayan peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi peyameke nivîskî bal kişand ser çalakiyên gerîla yên ku di 8’ê Tebaxê de li qada Pîrbilayê ku li dijî hêzên dagirker ên Tirk lidar xistin û wiha got:

Li hemberî hêzên faşîst ên ku bi amûr û alavên teknolojîk hewl dide Heftenînê dagir bike, hêzên we herî dawî di 8’ê Tebaxê de li qada Pîrbûlayê bi çalakiyên berfireh derbên giran li dijmin xist.

Ev çalakî serketî ne û di warê taktîkê de jî dijmin têk birine.

Di van çalakiyan de yên ku bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî dijmin tên lidarxistin, bi pêşengiya rêheval Warşîn û Sorxwîn derbên giran li dijmin hatiye xistin.

Hêzê we dora dijmin girtiye, nehiştiye dijmin tevbilive û li helîkopterê jî dane, berxwedana Heftanînê rakiriye asta herî jor. Di van rêzeçalakiyên berfireh ên ku bi ruhê fedaî yê Apocî û li gorî taktîka şer a gerîlayên modernîteya demokratîk hatine lidarxistin.

Fermandariya NPG’ê bivê boneyê di serî de fermandariya eyaletê, berxwedana hemû gerîlayan pîroz kir.

Fermandariya YJA star gerîlayên Botan û Heftenînê pîroz kir

Her wiha Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî ji ber çalakiyên gerîlayên YJA Starê li herêmên Botan û Heftenînê ew pîroz kirin.

Back to top button