Azerbaycan û Ermenîstan ji bo pevguhertina dîlan li hev kir

Ermenîstan û Azerbeycanê ragihandin ku li ser asayîkirina têkiliyên her du welatan û pevguhertina dîlên şer lihevkirinek pêk hatiye.
Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku Azerbaycan dê 32 leşkerên Ermenî û Ermenistan jî 2 leşkerên Azerbaycanê berde.

Ermenîstan û Azerbeycanê ragihandin ku li ser asayîkirina têkiliyên her du welatan û pevguhertina dîlên şer lihevkirinek pêk hatiye.

Di daxuyaniya hevpar a Serokomariya Azerbaycanê û Ofîsa Serokwezîrê Ermenistanê da hat destnîşankirin ku her du welat di heman nêrînê da ne ku “firsendeke dîrokî ya ji bo bidestxistina aştiya li herêmê ku demek dirêj tê hêvîkirin” heye.

Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku her du welat careke din niyeta xwe ya ji bo asayîkirina têkiliyan û lihevkirina aştiyê li ser esasê rêzgirtina prensîbên serwerî û yekparçeyiya axê piştrast dikin.

Di vê çarçoveyê de hat diyarkirin ku Azerbaycan dê 32 leşkerên Ermenî û Ermenistan jî 2 leşkerên Azerbaycanê berde.

Qerebaxê ku li gorî hiqûqa navneteweyî di nav axa Azerbaycanê de dimîne, lê nifûsa wê piranî ji Ermeniyan pêk tê, ji destpêka salên 1990’î ve bûye mijara herî girîng a rageşiya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de.

Herî dawî Azerbaycanê di meha Îlonê de li dijî Qerebaxê dest bi operasyoneke leşkerî kir û rojek şûnda bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera ermeniyên Bakû û Qerebaxê de agirbest hat îmzekirin.

Piştî ku Bakûyê Qerebax xist bin kontrola xwe, hema hema ji 120 hezar Ermeniyên li herêmê dijîn, Qerebax terikandin û xwe spartin Ermenîstanê.

Ji bo ku di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de aştiyeke mayînde pêk were, bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropa, Amerîka û Rûsyayê danûstandinên cuda hatin kirin, lê zêde pêşketin çênebûn.

Back to top button