GRECO rapora têkoşîna bi gendeliyê re parve kir

Koma Dewletên Dijî Gendeliyê yên Konseya Ewropayê (GRECO) rapora têkoşîna bi gendeliyê re parve kir.
Di raporê de hat diyarkirin Tirkiyê ji bo pêşîgirtina gendeliyê li cîhanê ne têrker e.

Di raporê de ku GRECO li gorî pêşniyarên Tirkiyê yên “bi armanca pêşîgirtina li gendeliya di navbera parlamenter, dadger û dozgeran de” tê nirxandin, hat destnîşankirin ku Enqere “li cîhanê ne têrker e”.

Koma Dewletên Dijî Gendeliyê yên Konseya Ewropayê (GRECO) di rapora xwe ya herî dawî de bicîhanîna pêşniyarên Tirkiyê yên bi armanca pêşîgirtina li gendeliya di navbera parlamenter, dadger û dozgeran de nirxand.

Di raporê de hat ragihandin ku ji 22 pêşniyarên GRECO’yê yên di sala 2015’an de hatine qebûlkirin, 10 jê nehatine bicihanîn, 9 bi qismî hatine bicihkirin û 3 jî bi awayekî têrker hatine bicihkirin.

GRECO: Tirkiyê ji bo pêşîgirtina gendeliyê li cîhanê ne têrker e

Hat destnîşankirin ku di rapora saziya girêdayê Konseya Ewropayê ya ku Tirkiyê jî endama wê ye da hat diyarkirin asta ku Enqereyê niha li gor pêşniyaran tevdigere, di vê mijarê de “li cîhanê ne têrker e”.

Ji Navenda Nûnertiya Tirk hat xwestin ku herî dereng heta 30’ê Hezîrana 2024’an li ser tedbîrên ku ji bo pêkanîna pêşniyaran hatine girtin raporekê pêşkêş bike.

Derbarê endamên parlamentoyê de jî di raporê de hatiye gotin ti pêşniyar bi temamî nehatiye bicîhanîn.

Her wiha di raporê de ev tişt hat diyarkirin:

“GRECO xemgîn e ku di derbarê bicîhanîna van pêşnîyaran de, bi taybetî pêşveçûna pêşnûmeya Qanûna Prensîbên Reftara Exlaqî ya Parlamenteran û rastkirina beyannameyên mal û milkê parlamenteran, ti agahîyên nû nehatine dayîn.”

GRECO’yê bal kişand ser pêwîstiya “zêdekirina şefafiyeta pêvajoya qanûnî”, daxwaz kir ku ji bo rastbûna parlamenteran tedbîr bên girtin.

Raporên GRECO ku di sala 1999 de ji hêla Civata Wezîran a Konseya Ewropayê ve hatî damezrandin, ji hêla rêxistinên navneteweyî yên wekî Yekîtiya Ewropî, OECD û Neteweyên Yekbûyî ve têne referans kirin.

Back to top button