Nancy Faeser: Emê demê kontrolkirina sînorê dirêj bikin

Wezîrê Karên Hundir ê Almanyayê Nancy Faeser diyar kir ku kontrolên li ser sînor ên ji bo pêşîgirtina li koçberiya neqanûnî ya ji bo welat hatine danîn, wê bên dirêjkirin.
Wezîr her wiha da zanîn ku ji vê dîrokê heta niha nêzî 9 hezar û 200 derbasbûnên bê destûr hatine tespîtkirin
û di 4 hezar û 370 bûyeran de tedbîrên ji bo pêşîgirtina li derbasbûna bêdestûr hatine girtin.

Wezîra Karên Hundir a Almanyayê Nancy Faeser ( Nansî Fîsir) ragihand ku dê kontrolên sînor ên li welêt bên dirêjkirin.

Faeser ji Rheinische Postê (Ranîşe Post) re axivî û anî ziman ew ê ji 15’ê Kanûnê pê ve kontrolên demkî yên li ser sînorên Polonya, Çekya û Swîsreyê 2 mehên din dirêj bikin.

Faeser, diyar kir ku pratîka di Cotmeha borî de li dijî zêdebûna hejmara penaberan a li Almanyayê hat destpêkirin, bi bandor bû û destnîşan kir ku van kontrolan di têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya koçberan de roleke erênî lîstin.

Wezîr got, “Têkoşîna me ya li dijî bazirganên mirovan ên bêwijdan ên ku bi awayekî hovane jiyana mirovan dixe xeteriyê, bi ser ket.”

Nancy Faeser diyar kir ku ji 16’ê cotmehê heta niha Polîsên Federal li sînorên mijara gotinê 120 qaçaxçiyan girtine.

Feaser: 9 Hezar û 200 derbasbûnên bê destûr hatine tespîtkirin

Wezîr her wiha da zanîn ku ji vê dîrokê heta niha nêzî 9 hezar û 200 derbasbûnên bê destûr hatine tespîtkirin

û di 4 hezar û 370 bûyeran de tedbîrên ji bo pêşîgirtina li derbasbûnên bêdestûr hatine girtin.

Faeser bal kişand ser wê yekê ku ew ê bi hemû hêza xwe berdewam bin da ku kontrol bandorê li jiyana rojane, bazirganî û trafîka geştiyariyê ya kesên ku ji bo kar bi rêkûpêk ji sînor derbas dibin kêm bike.

Wezîr anî ziman ku sînordarkirina koçberiya neqanûnî di parastina sînorên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) de xwedî roleke diyarker e.

Faeser, da zanîn ku ji bo vê yekê sîstemeke hevpar a penaberiyê pêwîst e û diyar kir ku ji bo dawîkirina qanûnên Yekîtiya Ewropayê yên di vî warî de, vê hefteyê li Brukselê xebatên giran tên kirin.

Back to top button