Li rojavayê Kobanê agir bi zeviyan ket

Îro agir bi zeviyên çandiniyê yê kantona Kobanê ket, di encamê de endamek foca agirkujiyê birîndar bû.

Li gundên rojavayê Kobanê ji sedemên nediyar agir bi 15 hektar zeviyên çandiniyê ket.

Di hewildana vemirandina şewata li gundê Taşlokê, endamê foca agirkujiyê Emar Hacim di dest û rûyê xwe de birîndar bû û beşek ji erebeya wî şewitî.

Beriya hefteyekê li gundên başûrê kantonê 250 hektar zevî şewitîn.

Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk ên li herêma Cerablusê zeviyên gundên rojavayê kantonê topbaran kirin û şewitandin.

Back to top button