Şandeya Rêveberiya Xweser li Awisturya sucên Tirkiyê nîqaş kir

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şandeya Awusturyayê ku ji parlamenter, siyasetmedar û akademîsyanên Ewropî pêk dihat re civiya. Di civînê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dewleta Tirk ên bênavber, hatin nîqaşkirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şandeya Awusturyayê ku ji parlamenter, siyasetmedar û akademîsyanên Ewropî pêk dihat re civiya.

Civîn li paytexta Awusturya Viyanayê bi beşdariya cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd û endamê KNK’ê Refîq Xefûr li dar ket.

Ji Awusturyayê jî endamê Parlamentoya Ewropayê Anderias Schieder, endamên saziyên civaka sivîl, siyasetmedar û akademîsyenên Ewropî amade bûn.

Di civînê de astengiyên li hember stratejiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên dewleta Tirk û encamên wê li ser herêmê ji têkbirina aramiyê û zindîbûna DAIŞ’ê re, hatin nîqaşkirin.

Her weha behsa rola Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya Sûriyê de, encamên dûrxistina wê ji danûstandinan jî hat kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser behsa tecrubeya pêşeng a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola jinan tê de kirin.

Di civînê de sûc û guhartina demografiya herêmê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hat nîqaş kirin.

Back to top button