Erdogan li Birukselê li gel raydarên ”YE” dicive

Di atmosfereke ji nakokiyên di navbera serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Yekîtiya Ewropayê de, ji bo dosyaya penaberan, Erdogan îro digihêje Birukselê.

Hemwextê wê hikumeta Alman û dewletên Ewropî ragihandin ku di ”Hevpeymanek Xwebexş” de difkirin hezar û 500 penaberên di bin 18 saliyê de ku li peravên Yûnanistanê bêkes mane, pêşwazî bike.

Ewropa naxwaze krîza penaberan a sala 2015an ber bi Ewropayê ve dubare bibe.

Lê bikaranîna dewleta Tirk a penaberan weke gefekê û vekirina sînorên xwe li pêşberî penaberan, tirsa vê krîzê dîsan xist rojevê.

Têkildarî mijarê, îro li Birukselê serokkomarê Tirkiyê Erdogan li gel rayedarên YE dicive.

Ev civîn jî, piştî rûdana krîzeke penaberan li ser sînorê Yûnanistanê pêk tê.

Yûnanistan: Rewşa heyî ji bo ewlehiya me û Ewropayê xeteriyek e

Herî dawî Wezareta Koçberiyê ya Yûnanistanê ji rojnameyeke Alman re got:

Rewşa heyî ji bo ewlehiya me ya niştîmanî û sînorên Ewropayê xeteriyek e.

Beriya Yûnanistanê YE bi xwe jî Enqere tawanbar kiribû ku ew penaberan weke kaxezeke gef û zexta siyasî bikar tîne.

Partiya rastgir a Fransî: divê ”YE” cezayan li ser Tirkiyê bisepîne

Hemwextî serdana Erdogan a Birukselê, Seroka Partiya Rastgir a herî mezin li Fransayê bang li YE kir ku li dijî gefên Erdogan, cezayan li ser Tirkiyê bisepîne.

Hikumeta Alman jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew dixwazin di vê rewşa zehmet de piştgiriya Yûnanistanê bikin.

Ewropa dê 1500 penaberên li jêr 18 salan pêşwazî bike

Almanya amadebûna xwe ji bo pêşwazî kirina penaberên di bin 18 saliyê de ragihand û destnîşan kir ku ew ê li gorî ”Hevbendiya Xwebexş” ku niha nîqaş li ser tê kirin, tevbigere.

Her wiha seroka komîseriya YE Ursula von der Leyen jî banga dûrxistina penaberan ji ser sînorê Yûnanistanê kir.
Tê gotin, li Peravên Yûnanistanê hezar û 500 penaberên di bin 18 saliyê de ku bê kes mane hene.

Çavdêr dibînin ku hikumeta Alman bi vê gavê wê zarokên ku bigire asmîle bike û li gorî siyaset û çanda Almanan mezin bike û bide tevgerkirin.

Balkêşe ku penaberên ji tirkiyê berê xwe dane ber sînorê Yunanîstanê piraniya xwe Efxanî, Pakistanî û Efrîqî ne.

Ev yek beriya niha ji aliyê şêwirmendê Awusturalya Sebastian Kurz hatibû piştrastkirin.

Sebastian Kurz gotibû:

Erdogan bi zanebûn penaberan ber bi Ewropayê ve rê dike û ev penaber piraniya xwe ne Sûrî ne.

Back to top button