YNK’ê bersiva PDK’ê da: Ew hûn bûn we Şangal radestî DAIŞ’ê kir

Li dijî van daxuyanî û gotinên sosret ên PDK’ê, YNK’ê bersiv da û ev peyman da PDK’ê: Ew hûn bû we Şengalê radestî DAIŞ’ê kir. 

Şaxa 17’ê ya PDK’ê duh bi daxuyaniyekê sosret idîa kir, wan, şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiriye û ji bilî PDK’ê ti hêzek din nikare parastinê li Şengalê bike.

YNK’ê bi tundî ev daxuyanî red kir û bersiva PDK’ê da.

Malbenda 15 ya YNK’ê a li Şengalê li ser mijarê daxuyaniyek da û tê de ev got:

“Rastî ev e, hûn bûn desthilata Şengalê di destê we de bû û berpirsê şaxa we bû digot; Em ê bi 12 hezar pêşmergeyan şer bikin.

Lê ya rast we pêşiya her kesî, Şengalê berda, xelkê sivîl di destê DAIŞ’ê de hiştin û niha jî hemû xelkê Şengalê şahid e ku we Şengal radestî DAIŞ’ê kir.”

YNK’ê der barê rizgarkirina Şengalê de jî ev bersiva da PDK’ê;

“Keç û Xortên Şengalê, Şengal Rizgar kir.”

YNK’ê herî dawî piştrast kir divê rewşa Şengalê aram bibe, xizmet ji bo herêmê were kirin û rê were dayîn ku xelkê Şengalê vegere warê xwe.

Back to top button