Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin

Gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê careke din ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên xwe ve hatin topbarankirin.

Şevê din artêşa Tirk gundên navçeya Şêrawa, Qinêtra, Bênê, daristanên gundê Soxanakê, Dêr Cimêl, Ziyaretê û derdora gundê Aqîbê topbaran kirin.

Hat ragihandin deverên navborî bi zêdetirî 100 topan armanc girtin.

Ji bilî wan gundan, Eyn Deqnê, Meranaz, Bêlûniye, Şewarxaû kelha wê jî bûn armanca topên dagirkeran.

Her wiha gundên Semûq û Herbel ên Şehbayê jî hatin topbarankirin.

Back to top button