2 Şandeyên Aştiyê piştî astengkirinê, vegeriyan Almanyayê

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê da ku rastiya êrîşên Tirkiyê û hevkariya wê digel wê eşkere nebe, bi fermana Enqereyê rê li ber aştîxwaz û şandeyê navdewletî digire û wan dizîvirîne welatên wan.

Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent bang li civaka navdewletî kir ku êrîşên li ser Kurdan rawestînin.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi armanca rêgirtina li ber eşkerebûna rastiyê, şandeyên ku ji bo lêkolînkirina aloziyê berê didin herêmê, asteng dike.

Duh Şandeya Aştiyê piştî binçavkirin û rênedana derbasbûna herêmên şer de, vegeriyan paytexta Almanyayê Berlînê.

Çalakvanan got:

“Dema em hatin binçavkirin, 3 kes ji Slovenyayê berî me li wir girtî bûn. Her wiha yek ji Îtalya, yek jî ji Almanyayê hebûn. Danûstandina PDK’ê ya nebaş bi me re cihê mixabiniyê ye.”

Şandeya Aştiyê ya din jî piştî astengkirinê, vegeriyan bajarê Frankfûrtê.

Endam bi dirûşma “Bimire Îxanet” hatin pêşwazîkirin.

Li navê Şandeyê, Demîr Çelîl axivî…

“Dema em gihaştin Hewlêrê, PDK’ê 27 kes ji me binçav kirin. Em ji bo aştiyê çûbûn, lê ewlehiyê ji me re got: ‘Em ê destûr nedin ku hûn li vir bimînin û aramiya me xera bikin’.

Asayîşa PDK’ê rê neda ku “Şandeya Navdewletî” daxuyaniya xwe bide

Asayîşa Hewlêrê piştî ku rê neda Şandeya Navdewletê ya Aşitî û Azadiya Kurdistanê ku daxuyaniya xwe bide, hêzeke mezin anî û derdora avahiya NY dorpêç kir.

Di nava dorpêkçê de, Şandeyê daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da.

“Divê NY û YE li ser girtina endamên me ji aliyê PDK’ ve lêpirsînekê veke”

Hevpeymana Navneteweyî (AIDL) jî li ser girtina endamên xwe, bi daxuyaniyeke nivîskî bang li NY û YE’yê kir ku li ser van binpêkirinên PDK’ê, lêpirsînekê bidin destpêkirin û binpêkeran darizînin.

Pierre Laurent: Divê êrîşên Tirkiyê di civîna “NATO de bên nîqaşkirin

Senatorê Koma Welatiyan a Komarger û Komunîst a Fransayê û alîkarê Serokê Senatoya Fransayê بيير لوران Pierre Laurent got:

“Em weke şande, hatine herêmê, da ku nerazîbûn û piştevaniya xwe nîşanî bêdengiya navdewletî bidin.

Em dixwazin dîwarê bêdengiya tevahiya Ewropayê hilweşînin, da ku êrîşên Tirkiyê bêne rawestandin.

Yên di dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de çepik ji Kurdan re lê dixistin, bila niha li ber êrîşên dagirkeriya Tirkî rabin.

Divê mijara êrîşan di civîna NATO’yê de were nîqaşkirin.”

Her çend gelek aştîxwazên li cîhanê divên bên û rewşê ji nêz ve bişopînin, lê mixabin an ji aliyê welatên xwe, yan ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve têne astengkirin.

Back to top button