5 leşkerên hikumeta Şamê û 3 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin

Li Hemayê şerê di navbera hêzên Hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de, berdewam e… kuştî û birîndar jî hene.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, li Sehl El-Xab a Hemayê, şerekî giran di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên Tirkiyê de, rû da.

Emcama herî dawî ya vî şerî, 3 leşkerên hikumeta Şamê û 3 çeteyên Tirkiyê, hatin kuştin.

Li heman cihî, ji ber teqndina bombeyeke ji bermahiyên şer, 2 leşkerên hikumetê hatin kuştin.

Artêşa Tirk 20 erebeyên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Çavdêriyê her wiha eşkere kir ku artêşa dewleta Tirk 20 maşîneyên leşkerî li qaşo devera “bêçek” bi cih kirin.

Heman çavkaniyê diyar kir, çeteyên Tirkiyê rêbedên ewlehiyê 600M dûrî rêya M5 a rastî bajarê Seraqb a Idlibê, ava dikn.

Heta niha jî li devera qaşo “bêçek” 76 rêbendên ewlehiyê hatine avakirin.

Back to top button