El-Sîsî: Ji bo pêkanîna aştiyê divê Îsraîl parçeyan ji Filistînê tevlî xwe neke

Derbarê tifaqa aştiyê ya di navbera Îmarat û Îsraîlê de, Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî got ew bi hemû gavên ji bo pêkanîna aştiyê re ne.

Îro Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyaho bi riya telîfonê bi Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re axivî.

El-Sîsî careke din piştgriya xwe ji bo tifaqa aştiyê ya navbera Îsraîl û Îmaratê anî ziman.

El-Sîsî got ku ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê divê Îsraîl kiryarên yekalî neke, bi taybet tevlîkirina hin ji xaka Filistînê nava xaka Îsraîlê.

Ebdulfetah El-Sîsî diyar kir ku divê navbera Îsraîl û Filistînê de aştiyeke dayîmî pêk were, ku derfetek hebe dewleteke Filistînê were avakirin û ewlehiya Îsraîlê jî were parastin.

Siûdiyê asîmanê xwe ji bo çûnûhatina balafirên Îsraîlê ber Îmaratê vekir

Li aiyeke din, îro hikûmeta Siûdiyê daxwaza Îmaratê ya vekirina sînorên asîmanî ya Siûdiyê ji bo derbasbûna balafirên Îsraîlê ber Îmaratê qebûl kir.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyaho ev gava Siûdiyê bi erênî nirxand.

Back to top button