Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê, yekeser dewleta Tirk ket nava tevgerê… Duh bi şev dewleta Tirk bi balafirên şer êrişî Rojava, Mexmûr û Şengalê kir. Di van êrişên hewayî de gelek dever hatin bombebarankirin. Fermandariya HPC-mexmur û Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyan encamên êrişan eşkere kirin… Li gorî vê Li Mexmûrê, 2 endamên HPC’ê û li Şengalê jî 3 welatî şehîd bûn û 1 jî birîndar bûye.. QSD’ê jî ragihand ku di êrişa li Dêrikê de 4 şervanên ku parastina Stasyona elektrîkê dikirin, şehîd bûn.
Her cara ku DAIŞ li cihekî têk çûye û derb xwariye, dewleta Tirk ketiye tevgerê û êrişî hêzên ku şerê DAIŞ’ê dikin kiriye..
Plana çeteyên DAIŞI’ê û şaneyên wê, li Hesekê têk çû, dewleta Tirk vê carê ket tevgerê û Şengal, Rojava û Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kir..
Duh şev, dewleta Tirk bi gelek balafiran Mexmûr, Şengal û Dêrika rojavayê Kurdistanê bombebaran kir…
Li van deveran, êriş hemwextî hev pêk hatin, lê dest pê kê wargeha penaberan a Mexmûr hat bombebarankirin…
( DÎMEN BIHERIKÎNE )
Êrişan seat derûdora 21:00 dest pê kir..
Fermandariya HPC-Mexmûr: 2 endamên me şehîd bûn û gelek welatî birîndar bûn
Îro, Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) derbarê êrişa li ser Mexmurê û encamên wê daxuyaniyek da…
Fermandariyê ragihand ku hêzên Parastina Cewherî yên wargeha Mexmûrê hatin hedef girtin û di encamê de 2 endamên wan şehîd bûn…
Fermandariyê eşkere kir ku dema gel berê xwe dida cihê bombebaranê ku xizmên wan tê de bûn, ew jî bûn hedefa bombebaranê û bi dehan welatî birîndar bûn.
Balafirên dewleta Tirk 21 caran Şengal li pêyî hev bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, Şengal jî bombebaran kir.
Deverên mîna Kampa Serdeştê, Şîlo, Barî, Kurs, Kesê û Çilmîra ên Şengalê zêdeyî 20 caran ji aliyê gelek balafirên dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin..
Her wiha balafirên dewleta Tirk, 2 caran li pêyî hev navçeya Xanesorê ya Şengalê jî bombebaran kir.
Bombebaran û tevgera balafiran li ser Şengalê nêzî 5 seatan dewam kir..
Fermandariya YBŞ’ê: 21 dever hatin bombebaran kirin tiştek bi şervanên me nehatiye
Fermandariya YBŞ’ê jî îro derbarê êrişê û encamên wê de daxuyaniyek da..
Fermandariyê ragihand ku dewleta Tirk a qirker bi balafirên şer 21 cih bombebaran kirin û di van êrişan de tiştek bi hêzên wan nehatiye..
Fermandariya YBŞ’ê: Di bombebarana dewleta Tirk li ser Şengalê de 3 welatî şehîd bûn
Fermandariya YBŞ’ê eşkere kir ku di heman demê de dewleta Tirk cihên sivîlan jî kirine hedef û li vir 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û welatiyek jî birîndar bûye..
Li gorî fermandariya YBŞ,’ê ev kesên ku jiyana xwe ji dest dane, karê kolandina bîrên avê dikirin..
Gundê Teqil Beqil ê Dêrikê hat bombebaran kirin
Li aliyê din, herêma Dêrika rojavayê Kurdistanê jî bû hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker.
Dewleta Tirk stasyona elektirîkê ya li Teqil Beqila Dêrikê kir hedef..
QSD: Di êrişa Dêrikê de 4 şervanên me yên parastina stasyona kehrebê dikirin şehîd bûn
Navenda ragihandina QSD’ê derbarê vê êrişê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:
“Dewleta Tirk bi balafirên şer sitasyona elektirîkê ya Gir kendal a girêdayî Teqil beqila Dêrikê bombebaran kir..
Di vê êrişê de 4 şervanên me yên parastina Stasyonê şehîd bûn û 5 karmendên stasyonê birîndar bûn..
Şervanên me yên şehîd jî Siyamend Efrîn, Xemgîn Efrîn, Şiyar Kobanê û Mihêdîn Dêrik in.”
Gundê Endîwerê hat topbaran kirin û welatiyek bîrîndar bû
Îro jî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyhê dewam kirin..
Dewleta Tirk îro piştî nîvro bi çekên giran gundê Eyn dîwarê yê Dêrikê topbaran kir û di encamê de welatiyek birîndar bû..
Gundên Minbicê, Til Temir û Zîrganê jî hatin topbarankirin
Her wiha gundên Zirgan; Tiltemir û Minbicê jî ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyen wê ve hatin topbarankirin..