HPG: Li Çelê 2 kontra li Heftenînê leşkerek hatin kuştin

Gerîlayên HPGê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li kontrayên Tirk yên dagirker xistin û di encamê de 2 kontra hatin kuştin.
Li Heftanînê jî dagirkerek hate cezakirin.
HPG’ê diyar kir, dewleta Tirk ji bo sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê û xwezayê binixumîne, dixwaze berpirsyariya şewata daristanan a li Hatay û Skenderûnê bixe stuyê tevgera me û got, Lê belê ev daxuyanî û nûçeyên di vê der barê de dûrî ji rastiyê ne.

 

Li bakur û başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker dewam dikin. Gerîla di van çalakiyan de derbên giran li dagirkeran didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên li navçeya Colemêrgê Çelê û Heftenînê de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

“Li navçeya Çelê ya Colemêrgê kesên bi navê Arîf Selîm û Onûr Bozkûrt ên ji gundê heşetê, ji ber ku karê sîxurtiyê ji dijmin re dikirin û bûn sedema şehadeta pênc hevrêyên me, sûcdar bûn. Ev her du kes di 8’ê Cotmehê de ji aliyê hêzên me ve hatin cezakirin.

Hêzên me 11’ê Cotmehê di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de li qada Bektorya ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser girê Koxê Mele Yehya çalakiya sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.”

HPG: Rejîma AKP’ê ji bo sûcê xwe veşêre dixwaze şewitandina daristanan bixe stuyê me

HPG’ê têkildarî şewata daristanan ya li bajarê Hatay û Skenderûnê de ku dewleta Tirk PKK’ê berpirsyar nîşan dide ev tişt got;

“Her kes zane ku tevgera me PKK’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî dagirkerî, mêtingerî û talanê dest bi têkoşînê kiriye û li ser xeta Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadîparêziya Jinê ya Rêber Apo vê têkoşîna xwe dewam dike.

Hesasiyeta me ya îdeolojîk a li pêşberî civakê û ekolojiyê eşkere ye, her wiha xweza û çiyayên Kurdistanê dostên herî mezin ên gerîla ne, çeperên bingehîn ên hêzên me ne.

Bi taybetî ji bo parastina hêzên me yên gerîla yên li herêmên Hatay û Skenderûnê, daristan pêwîstiyeke. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku daristanên li Kurdistanê bi rengekî bê wijdan dişewitîne û nahêle gelê me şewatê vemirîne, ji bo sûcê xwe yê li dijî mirovahiyê û xwezayê binixumîne, dixwaze berpirsyariya şewata daristanan a li Hatay û Skenderûnê bixe stuyê tevgera me. Lê belê ev daxuyanî û nûçeyên di vê der barê de dûrî ji rastiyê ne.”

Back to top button