Heta niha 304 kes di xwepêşandanên li Îranê de hatine kuştin

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê diyar kir di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha zêdetirî 304 kes hatine kuştin.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê têkildarî xwepêşandanan daxuyaniyek belav kir.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de îşaret bi êrişa hêzên rejima Îranê ku duh roja Înê bir ser xwepêşanderan kir û got: Di xwepêşandanên roja Înê de hêzên Îranê li bajarê Xaş xwepêşandar gulebaran kirin di encamê de herî kêm 16 kes hatin kuştin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de bîlançoya kesên heta niha di xwepêşandanan de hatine kuştin jî eşkere kir û got: “Heta niha di xwepêşandanan de 41 jê zarok 24 jin jî dinav de 304 kes hatine kuştin.

Back to top button