
Hewldanên ji bo derxistina PKK ji ‘lîsteya terorê’ li seranserî cîhanê dewam dikin…
Siyasetmedarên Iraqê diyar kirin ku PKK parastina doza Kurdan dike û gotin:
“PKK li dijî siyaseta tunekirina nasnameya Kurdan têdikoşe û divê ji lîsteyên qedexe were derxistin.”
Li 30 welatên cîhanê ji bo PKK ji lîsteyê were derxistin, kampanyayên îmzeyan hatine destpêkirin û hîn jî dewam dikin.
Ji bo piştgiriya kampanyayê heta niha gelek siyasetmedar, nivîskar, hunermend û çalakvanên ji çar hêlên cîhanê beşdar dibin.
Di çarçoveya kampanyayê de şîrovekarên siyasî yê Iraqî Kazim Hac û Wal Rikabî jî xwestin PKK ji lîsteya terorê werin derxistin.
Kazim Hac: PKK ji bo parastina doz û azadiya gelê xwe têdikoşe
Kazim Hac, destnîşan kir ku dewleta Tirk û welatên din hewl didin nasnameya Kurdan tine bikin, lê nizanin ku Kurd li herêmê xwedî dîrokek dûr û dirêjin.
Kazim Hac bal kişand li ser doza rewa ya PKK’ê û wiha got:
“Bi salane PKK ji bo parastina, doz û daxwaza gelê Kurd têdikoşe.
Divê welatên navnetewî PKK’ê ji lîsteya terorê derbixin.
Cihê şermê ye ku PKK niha di lîsteya rêxistinên terorîst de tê ragirtin.”
Wal Rikabî: Divê ragihandina Ereb ji bo derxistina PKK’ê ji lîstê bixebite
Li ser heman mijarê Siyasetmedarê Iraqî Wal Rikabî jî axivî û diyar kir PKK xwedî sîstemek fikriye û got, “Xistina PKK’ê ya nava lîsteya terorê, nakeve aqilê tu kesê.”
Wal Rikabî di dawî de bal kişand li ser fikirên Rêber Apo yên derbarê neteweya demokratîk de û wiha got:
“Bi rêya fikirên Abdullah Ocalan daxwaza demokrasî, aştî û parastina gelê Kurd dike û dibêje, ‘Pêwîste ragihandina Ereb mazlûmiya Kurdan bibîne, bi taybetî ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, bixebite. Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.”