Sakîne Cansiz..Pêşenga jinên azad.. Sembola xwebûn, wateya azadî û dilsoziyê

Ger dîrok carek be jî, rûpelên xwe veke wê bibîne ku çiqas destanên jinên leheng hatine nivîsandin. Yek ji wan jinên mohra xwe li dîrokê xistî jî Sakine cansiz- Sara ye. Sara li ser destên hêzên dagirger li gel du hevalên xwe li parîsa Firans hatin şehîdxistin. Lê ruxmê 8 sal li ser komkujiyê re derbas jî bû, ne kujer hatine darezandin, ne jî edalet bi cih hatiye.

Wê pîvanên azadiyê li bejn û bala xwe kir û ew bixwe bû pîvan.

Bi biryar, bi înat, bi coş, bi sebir û aram, bi hezkirin, bênavber têkoşiya.

Her kêliya jiyana xwe azadiyê şane bi şane, bi hostahiya xwedawendekê hona.

Li çiyayên Zagrosan textê xwedawendiyê danî û bû pêşenga govenda azadiyê.

Sembola xwebûnê, nîşaneya bêmiriniyê; wateya azadî, rêhevaltiyê, xweşikî, bawerî, dilsozî, mirovahiyê.

Erê em behsa wê jina xwedî porê sor sosinî, ew jina serhildêr, rûgeş Sakine Cansiz ango behsa Sarayê dikin.

Sara 1958, li gundê Textê Xelîl yê Dêrsimê, ji dayîk dibe.

Li gel dibistana seretayî, ya navîn û amadeyî jî li Dêrsimê dixwine.

Dem tê Sara çiriska pêşî ya agirê mezin pêdixe.

Eleqeya wê ji bo têkoşîna ciwanên şoreşger çêdibe,û dinava têkoşerên kurdistanê de, cîh digre.

Sakine Cansiz li Elezîzê di nava koma Apoyiyan de cih digre û li dijî dagirkeriyê têdikoşe.

Sal 1978 li Kurdistanê rê li ber serdemeke nû vedibe.

Êdî Sara xebatên ciwana bi rêve dibe, mal bi mal, bajar bi bajar digere û behsa azadiya Kurdistanê dike.

Di 27’ê mijdara 1978’an de beşdarî kongreya Damezrandinê ya PKK’ê dibe û dibe yek ji damezrînerê PKK’ê.

Sara sala 1979’an, di çeperên dijwar ên Elezîzê tevî komek hevalên xwe tên girtin.

Sara li dijî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an a ku êşkenceya durî aqilan dihate kirin serî netewand.

Ew li zindana Amedê jî dibe nîşaneya berxwedan û têkoşîna li dijî zilmê.

Piştî sala 1991’an ji zindanê derdikeve berê xwe dide warên azadiyê.

Heman salê derbasî qada Rêber Abdulah Ocalan ango akademiya Mahsum Korkmaz dibe.

Demekê li Filistîn, Surî û Rojavayê Kurdistanê dimîne.

Paşê derbasî Ewropayê dibe û xebatên têkoşîna azadiyê bê navber didomîne.

Jina temenek tijî ji bo têkoşîna azadiyê derbas kir.

Belê Hevrêya Çil salî ya Rêber Abdulah Ocalan Sara.

Jiyaneke azad, welateke azad xeyala wê ya pêşî û ya dawî bû.

Di 9’ê çileyan 2013’an de tevî, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li Parîsê hatin şehîdxistin.

Jiyana Sakîne mînake.

Azadiya jinê têkoşîna Sakîne ye.

Ez ê hesabê Sakîne bi pirsim,ez ê derxinim holê.

Back to top button