Hikumeta Başûrê Kurdistanê ragihand ku ji sedî 21 wê mûçeyên hemû karmendan werin kêmkirin.
Hikumetê da xuyakirin ku, mûçeyên malbatên Şehîdan, girtiyên siyasî, kêmendam û karmendên ku kêmî 300 hezar dînarî werdigirin, ne di biryarê de ne.
Hikumetê her wiha diyar ku, wê rêjeya qutkirî ango ji sedî 21 ji aliyê wezaret û aliyên peywendîdar ve li hemû karmendan bê bicihkirin.
Hikumeta Başûrê Kurdistanê da zanîn ku ev biryar demkî ye û tenê ji bo belavkirina vê carê ye.