Parlamenterên Iraqê derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser balafirxaneya Silêmaniyê de gotin;
“Hikumeta Başûr ji bo bombebarana balafrxaneya Silêmaniyê, hêcetên ne rewa nîşan dide.”
Parlamenterê Iraqê yê ser bi fraksiyona Komeleya Dadgerî Soran Umer got:
Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê cihê êrişa Tirkiyeyê lêkolîn kiriye.
Wê ew lijne raporek amade bikin û radestî parlamentoya Iraqê bikin.
Piştre parlamento wê biryar bide bêka dikare çi bike.”
Parlamenterê Iraqê yê ser bi fraksiyona YNK’ê Biryar Reşîd jî dibêje:
Pirsgirêk peywendiya xwe bi hemû Iraqê ve heye.
Pêwîst bû Hikumeta Başûr li ser êrişî xwedî daxuyaniyek tund ba.
Lê liv û tevgera wan gelek siste û ji bo êrişê hêcetên ne rewa nîşan didin.