Çavdêriya Sûrî: Rejîmê, nuqteya Tirkiyê ya li Naciyê kir armanc

Li gel agirbesta li Idlibê ragihandî, duh hinek binpêkirin çêbûn, lê dîsa bêdengî li herêma qaşo bêçek vegeriya.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh artêşa rejîma Sûrî bi topan derdora nuqteya dewleta Tirk a li bajarokê Naciyê li rojavayê Idlibê kir armanc.

Heya niha jî, der barê ziyanan de ti agahî nehatine diyarkirin.

Li gorî Çavdêriyê, duh şerek bi çekên sivik û navîn jî navbera çete û hêzên rejîmê li derdora el-Fitêra û Kefer Nubil li başûrê Idlibê rû da.

Weke tê zanîn, îro agirbest dikeve roja xwe ya 24an, ev yek jî encameke civîna Moskovayê ya 5ê Adarê bû.

Back to top button