Rêveberiya Xweser sûcên ku beriya 17 Gulanê pêk hatine hatin efû kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya cejna Remezanê bi biryarekê efûyek derxist.

Di biryara efûyê de hat diyar kirin ku sûcên beriya 17’ê Gulanê tên efû kirin.

Li gorî biryarê, efû ji bo van sûcan nederbasdar e:

– Sûcên tecawizê.

– Sûcên bazirganiya hişbirê û belavkirina wê.

– Sûcên terorê.

– Sûcdarên xwe veşartine û yên ji edaletê direvin.

Lê heke xwe di nav 60 rojan ji dîroka derxistina efûyê de radest bikin, wê ji biryarê sûdewar bibin.

Back to top button