Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn

Îro li gelek deverên bakur û rojhilatê Sûriyê jî şehîdên Helebceyê bi çalakî û merasîman hatin bibîranîn.
Di çalakiyên bîranînê de hate gotin ji bo komkujiyên bi vî rengî dûbarenebin pêwîste Kurd yekîtiya xwe ava bikin.

33 sal li ser komkujiya Helebçe re derbas bûn, ku di encama bomberarana kîmewî ya bi destê dîktetorê Iraqê Sedam Hisên pêk hat, zêdeyî 5 hezar Kurd şehîd bûn û 10 hezaran jî birîndar bûn.

Ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

HELEB

Şêniyên taxa Şêxmaqsûd û Eşrefiyê li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger sekinîn û dirûşmeyên silavkirina şehîdan gotin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fîdan Hisên şehîdên komkujiya Helebçe bi bîr anî û got: “Ji berê de dijminên Kurdan hewl didin qirkirinê li ser Kurdan pêk bînin. Weke îro dewleta Tirk li dijî sivîlên taxa Mehmûdiyê ya Efrînê komkujiyek pêk anî.”

ŞEHBA

Koçberên Efrînê yê ku li kantona Şehbayê dimînin şehîdên komkujiya Helebçê bi bîranaîn.

QAMIŞLO

Her wiha şêniyên bajarê Qamişlo li pêşiya çarxereya Osman Sebrî sekinîn û şehîdên kokujiya Helebçeyê bi bîr anîn.

DÊRIK

Bi heman armancê şêniyên navçeya Dêrik li navenda bajêr ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helebçe 5 deqe rêzgiritn sekinîn.

Piştre Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrik Mihemed Ebdulrehîm got: “Di şexsê şehîdên Helebçe de em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin, her wiha komkujiyên li dijî gelê me li Enfal, Rûbiskî, Helebçe û komkujiyên din, şermezar dikin.”

Her wiha ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê Partiya Yekitiya Demokraîtk bi hevkariya Kongreya Star a navçeya Til Temirê civînek li dar xist.

Civîn li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê hate lidarxistin û bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarê bûn.

Endamê PYD`ê Ebdulrehman Hisên di civîna ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê de, bang li gelê herêmê kir ku hevgirtî bin û rê nedin ku komkujiyên bi wê rengî li dijî wan dubare bibin, nexasim ku dewleta Tirk a dagirker gelek herêman dagir dike.

Back to top button