Li wargeha Mexmûrê şehîd Yûsûf, Tekoşer û Zerdeşt hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Yûsûf Pîrosî, Têkoşer Pêncewîn û Zerdeşt Îsyan ku 27’ê Tîrmehê, li qada Bêtkar ya Navçeya Elkê ya Şirnexê di encama bombebaranê de şehîd bûbûn, bi merasîmekî girseya hatin bibîr anîn.

Merasîma bîranînê, li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê bi amadebûna gelê wargehêdestpê kir.
Li ser navê gelê wargehê Ehmed Nêrwehî axivî û got:

“Me gelek cangorî li ser vê dikê bi mînetdariyek mezin, oxir kirine.

Bê gûman, tu welat bê xwîn nayên azadkirin.

Di hemû têkoşînan de yên mezlûm bi serketine, em jî mezlumin û em ê jî serbikevin.”

Piştî axaftina Ehmed Nêrwehî hevjîna Yûsif Pîrosî, Beyaz Pîrosî axivî û di serî de xêrhatina gelê amade kir û wiha got:

“Em ji niha hetanî salek din qala şehîdan bikin emê nekarin heqê keda wan bidin.

Bila serê gelê Kurd saxbî, serê Wargeha Mexmûrê sax be.

Raste, êşa me girane, barê min jî girane, lê ew jî mîna hevalên xwe em pê serbilindin.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre Xiyanet’ bidawî bû.

Back to top button