Ji ber Coronayê 73 kesên din li Tirkiyê mirin

Li Tirkiyeyê, gorî daneyên dawî yê wezareta Tenduristiyê ya dewletê 73 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê mirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, derbarê nexweşiya vîrusa Coronayê daneyên dawî ragihand.

Fahrettîn Koca diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 73 kes jiyana xwe ji dest da.

Koca got ku 3 hezar û 135 kesên din bi vîrûsê ketine hatine tomarkirin.

Li Tirkiyê Bi giştî 27 hezar û 69 kes bi vîrûsê ketine, 574 kes jî mirine û hezar û 42 jî rehet bûne.

Back to top button