Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê rojavayê Girê Spî topbaran dike.

Di saetên vê şevê de artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê gundê rojavayê Girê Spî topbaran kir û di encamê de jîngehên sivîlan hatin şewitandin. Her wiha dagirker gundên navçeya Zirganê yên ku dagir kirine ji niştecihên wê vala dikin da ku baregehên leşkerî lê ava bikin.

Îro di saetên şevê de, dagirkiriya Tirk, gundên Zenûbiya û Zinar Ereb ên rojavayê Girê Spî topbaran kirin.

Hate diyarkirin ku jîngehên sivîlan tê hedefkirin û malên wan hatin şewitandin.

Li aliyeke din, ajansa Hawarê ragihand ku dagirkeriya Tirk gundên navçeya Zirganê yê girêdayî kantona Hesekê ku dagir kirine ji niştecihên wê vala dikin da ku baregehên leşkerî lê ava bikin.

Gundên mijara gotinê, gundê Enîq El-Hewa û Um El-Uşbe yên başûrê rojavayê Zirganê ne.

Her weiha leşkerên Tirk 50 hezar lîreyên Sûrî ji her şêniyekî ku dixwaze milkên xwe ji gund veguhêze destine û alavên wan ên çandiniyê desteser dikin.

Hate ragihandin ku artêşa Tirk bi hinceta têkliya şêniyan a bi rêveberiya Xweser re, dest bi xirabkirina malê gundê Dawidiya Mele Silêman kirine.

Back to top button