Li Iraqê 50 kesên din bi Coronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku di 24 saetên dawî de 50 kes bi vîrusa Coronayê ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê daneyên dawî yên têkildarî vîrusa Coronayê parve kir.

Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de 4 hezar û 324 test pêk anîne, di encama van testan de derketiye holê ku 50 kes bi vîrusa Koronayê ketine, her wiha kesekî jiyana xwe ji dest daye û 54 kes jî baş bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat ragihandin ku li Iraqê heta niha 2 hezar û 346 kes bi Coronayê ketine, ji wan hezar û 544 kes baş bûne û 98 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button