Dêrazor-Di demeke nêz de dê nexweşxaneya kirsa bê vekirin

Nexweşxaneya Kisra mezintirîn nexweşxane li rojavayê Dêrazorê ye.
Piştî ku hat sererastkirin dê di çend rojên bê de nexweşxane bê vekirin.

Komîteya Tenduristiyê sererastkirina nexweşxaneya Kisra bi dawî kirin.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Herêma Rojvavayê Dêrazorê Ebdullah El Bedir derbarê mijarê axivî.

Ebdullah El Bedir got:

Komîteya Tenduristiyê berî 6 mehan dest bi sererastkirina nexweşxaneya giştî kir.

Lêçûna sererastkirinê 463 hezar dolar e.

Nexweşxaneya Kisra nexweşxaneya yekane li rojavayê Dêrazorê ye.

Ev nexweşxane wê barê şêniyên herêmê sivik bike.

Nexasim ku lêçûna dermankirinê li nexweşxaneyên taybet buha ye.”

El Bedir diyar kir ku di çend rojên nêzîk de wê nexweşxane fermî were vekirin û bikeve xizmetê.

Back to top button