Di nava Îsraîl û Lîbyayê de alozî

Têkliyên di navbera Îsraîl û Lîbyayê de, hîn despênekirî bi dawî bûn.
Hemwextî bidawbûnê, hêrsa Lîbiyan ya ji vê têkliyê careke din nîşanî hikumeta welat da ku helwesta wan ne hatiye guhertin.
Muxalîfa Îsraîlê jî hikumeta Netanyahu bi ziyan gihandina dîplomasiyê sûçdar dike.

Hevdîtina Wezîrê Derve Elî Cohen bi hevtaya xwe yê Lîbyayî Necla el-Menguş re li nava herdu welatan deng ve dide.

Di dema ku hinekan ev pirsgirêk wekî ‘delîlên bêtecrubeya Cohen’ binav dikin de, hinekan jî destnîşan kirin ku berpirsiyariya vê mijarê hikumeta Serokwezîr Benjamin Netanyahu ye.

Li gorî muxalîfên, hikumetê li têkçûnên xwe yeke nû zêde kir.

Vê mijarê Îtalyaya ku mazûvaniya civînê dikir û DYA ya dixwest têkliyên Îsraîlê bi derdor re baş bike, nerehet kir.

Mixalîfên Îsraîlê: Hikumeta Netanyahu ziyanê dide dîplomasiyê

Serokê Partiya Muxalefetê Paşeroj Heye (Yeş Atid) Yaîr Lapîd duh di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya X’ê de li ser mijarê ev gotin bi kar anîbû;

“Li ser belavbûna bêberpirsiyarî ya civîna wezîrên derve yên Îsraîl û Lîbyayê, civaka cîhanî ji xwe dipirse:

Gelo ev welatek e ku em dikarin pê re peywendiyên derve bimeşînin?

Gelo ev welatek e ku mirov pê bawer be?”

Wezîrê Parastinê yê berê û Serokê Partiya Yekîtiya Niştimanî ya opozîsyonê Benny Gantz got:

“Pêwendiyên derve yên Îsraîlê mijarek hestiyar û ciddî ye, nemaze dema ku ew têkiliyek bi welatên Erebî û welatên ku bi tevahî têkiliyên me yên fermî bi wan re tune ne.”

Cohen ku tenê salek wekî Wezîrê Karên Derve hate tayîn kirin, piraniya dema xwe li derveyî welat derbas dike da ku xwe bi serfirazî îspat bike.

Lîbya, Îsraîl nas nake

Welatê Afrîkaya Bakur Lîbya, Îsraîl nas nake û têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tel Evîvê re nîne.

Xala yekem a qanûnê li Lîbyayê, ku bi navê “Qanûna Boykotkirina Îsraîlê” bi jimare 62 ya sala 1957 e.

Di vê xalê de wiha tê gotin.

“Qedexe ye ku kesên rast û qanûnî bi kes an saziyên li Îsraîl û karmendên wan re peymanan bikin”.

Di xala 7’an a qanûnê de tê gotin, kesên ku vê qanûnê binpê bikin, herî kêm 3 sal û bêtirî 10 salan wê cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Back to top button