Michel: YE divê heta 2030’î xwe ji girtina endamên nû re amade bike

Serokê Komîsyona YE Charles Michel got: Eger em dixwazin bi ewle bibin, divê heta 2030 em xwe ji bo girtina endamên nû amade bikin.

Michel di Foruma Stratejîk a Bledê ya li Slovenyayê de axivî û wiha got:

“Dema ku em rojeva stratejî ya pêş a YEyê amade dikin, divê em ji xwe re armanceke zelal destnîşan bikin.

Pêwîste hemû alî heta sala 2030’î ji berfirehbûnê re amade bin.”

Di nav beşdarên forumê de Albanya, Bosna û Herzegovîna, Moldova, Montenegro û Makedonyaya Bakur jî hebûn ku hemû jî welatên berendamê Yekîtiya Ewropayê ne.

Michel got,

“Armanceke azwerî ye, lê pêwîst e.

Ev nîşan dide ku em ciddî ne.”

Piştî ku Rûsyayê di 24’ê Sibata 2022’an de dest bi êrişa li dijî Ukrayna kir, YE’ê statuya namzetiyê da Ukrayna, Moldova û Bosna Hersekê.

Danûstandinên di navbera Tirkiyê ku welatê herî kevin ê namzedê YE ye û Brukselê de, niha rawestiya ne.

Back to top button