Du keştiyên koçberan bin av bû: 5 kes mirin

Keştiyên koçberên ku dixwestin ji Tirkiyê xwe bigihînin girava Yewnanistanê bin av bûn.
Di nav de pitikek 11 mehî jî, 4 jê zarok 5 kes mirin.

Du keştiyên cuda yên koçberên ku dixwestin ji aliyê Tirkiyê ve xwe bigihînin giraveke Yewnanîstanê binav bûn.

Asayîşa Peravê ya Yewnanîstanê ragihand ku keştiyên koçberan li Bakurê Rojhilatê Girava Mîdîllî binav bûye.

Di encamê de 4 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 18 kes jî hatine rizgarkirin.

Berdevkê Ewlehiya Peravên Yewnanîstanê Nikos Alexiou têkîldarî mijarê daxuyaniyek da.

Alexiou diyar kir di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de zarokek 8 salî û du keçên 14 û 8 salî û pitikek 11 mehî heye.

Alexiou îdia kir ku bûyer li nêz Tirkiyê qewimiye, lê Ewlehiya Peravê ya Tirkiyê operasyoneke rizgarkirinê organîze nekirine.

Aexiou diyar kir ku boteke dewriyeyê ya Yewnanîstanê koçber rizgar kirine.

Hat diyarkirin ku kesên ku di qezayê de birîndar bûn rakirin Bendera Mytilene ya Mîdîllî û ji wir jî sewqî nexweşxaneyeke herêmê hatin kirin.

Li peravên Mîdîllî keştiyek koçberan noqî avê bû

Back to top button