Malî: Di êrîşeke tundrew de herî kêm 60 leşker û sivîl mirin

Li Maliyê li dijî baregeheke leşkerî êrîşeke pêk hat.
Di vê êrîşê de 60 leşker û sivîl hatin kuştin.
Artêşa Malî jî êrîşê piştrast kir û da zanîn ku bersiveke tund li dijî êrîşê hatiye dayîn.

Di êrîşeke tundrewan de vê hefteyê li navenda Malî bi dehan kes hatin kuştin.

Duh xelkê herêmê diyar kirin ku bi dehan leşker û sivîl hatine kuştin.

Beşa navendî ya Malî yek ji navendên tundûtûjiyê li herêma Sahelê pêk tîne.

Mîna li deverên din ên welêt, pêvajoya komkirin û verastkirina agahdarî ji hêla cîhên dûr û dijwariya gihîştina çavkaniyên serbixwe ve tevlihev e.

Hikûmeta serdest a leşkerî, ku di sala 2020’an de desthilatdarî bi dest xist, dudil e ku kuştî û birîndaran eşkere.

Rayederekî heremî ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha got:

“Êrîşeke cîhadîst ku li dijî Farabogo hatiye kirin nêzî 60 leşker û sivîl hat kuştin.”

Wî her wiha diyar kir ku du kes winda ne û kampa artêşê ketiye destê tundrewan, ku ji êrîşên xwe zûtir ji deverê derketin.

Yek ji kesên ku nexwest navê wî were eşkerekirin jî got:

“Eger em leşkerên mirî, sivîl û kesên ku em aqûbeta wan nizanin bihejmêrin, herî kêm 62 kes in.

Ez nizanim ka ew hatine kuştin, reviyane yan jî xwe veşartine.”

Artêşa Malî: Bersiveke xurt li dijî êrîşkaran hat dayîn

Artêş piştrast kir ku êrîş pêk hatiye û li ser medyaya civakî daxuyaniyek bi kurt weşand û wiha got:

“Bersiveke xurt li dijî êrîşên terorî ku li kampa Farabogo hatibû armanckirin hat dayîn.”

Ji sala 2012’an û vir ve, Malî bûye şahidê tundiya çete û komên girêdayî El Qaîde û DAIŞ’ê.

Krîza ewlekarî ya welat bi krîzeke kûr a mirovî û siyasî re dibe yek.

Back to top button