Namzetên yekem ên Jin yên Behrareş di Partiya Çepên Kesk de ne

Namzetên yekem ên jin yên Behrareş di Partiya Çepên Kesk de ne. Namzetên jin dan zanîn ku divê ew li dora Partiya Çepên Kesk kom bibin.
Namzetên jin ên Parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk a Wanê jî bertek nîşanî êrîşên qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP’ê dan û diyar kirin ku gelê Kurd wê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide AKP’ê.

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek nêz ma.

Partiya Çepên Kesk li her derê xebatên xwe bê navber dimeşîne.

Li Behrareş jî xebat tên meşandin û yek ji cihên ku yekem car namzetên jin lê tên nîşandanê ye.

“Li dijî netewperestiyê em nêrîna Partiya Çepên Kesk tercih dikin”

Namzeta Artvînê Fulden Şahîn diyar dike ku têkoşîna wê destpêkiriye, îro jî bi Partiya Çepên Kesk didome û got:

Partiya Çepên Kesk wekheviyê diparêze.

Piştî erdhêjê min têkoşîna xwe di bin vê sîwanê de kir yek.

Fulden balkişand ser namzetiya xwe û destnîşan kir ku di rêza yekemîn de nişandan gelek girînge û wiha anî ziman:

Me her tim digot partî wekheviya jinê diparêze.

Niha bi namzetiya min re dibêjin denga me ji bo namzeta jine.

Partiya Çepên Kesk li dijî her cureyê pisgisrêkê dibe hêza çareseriyê.

Em bi hemû gelan re tên gel hev û xebatên xwe didomînin. Em dibêjin zêdetir jin zêdetir jiyan.

“Gelê Kurd wê di 14’ê Gulanê de bersiva pêwîst bide AKP’ê”

Bertekên li dijî êrişên qirkirina siyasî yên li dijî rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, parêzer û sendîkayên Kurd bi taybetî li Amed, Enqere û Stenbolê dewam dikin.

Di van êrişên beriya hilbijartinê yên desthilatdariya AKP’ê de bi sedan kes di serî de rojnamevan û siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin.

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Havîn Kiye tekez kir ku diyar di her pêvajoya hilbijartinê de bi zext, binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimînin û wiha bi lêv kir:

Em li kesên ku beriya vê hilbijartinê hatin binçavkirin dinêrin, em dibînin ku kesên li ser navê civakê xebat dimeşînin êrîş heye.

Ev zext wê tu carî me bêhêvî nekin. Em ê hemû girtiyên xwe rizgar bikin.

Ji 14’ê Gulanê re pir hindik maye. Desthilatdarî ji ber ku dizane wê têk biçe û tirsiya dest bi êrişên wiha kir.

Di dilê wan de tirseke mezin heye. Di 14’ê Gulanê de em ê vê tirsê baş bi wan bidin tamkirin.

Namzetê Partiya Çepên Kesk: Emê tecrîda Îmraliyê bişkînin

Back to top button