Balafirên Rûşî êrîşên xwe li dijî şaneyên DAIŞ’ê berdewam dikin, herî dawî 20 çete hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di saetên sibehê de, balafirên Rûsî li bejahiya Sûrî 112 êrîş li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anîn û di encamê de, 20 çete hatin kuştin.
Duh li bejahiya Hema û Dêra Zorê jî 10 çete bi heman rêbezî hatin kuştin.
Erebeyeke artêşa Tirk hat armanckirin û leşkerek birîndar bû
Heman çavkaniyê ragihand ku li Idlibê jî erebeyke artêşa Tirk a dagirker ji aliyê kesine nenas ve hat armanckirin û leşkerekî wan birîndar bû.
Beriya vê yekê jî heman çavkaniyê diyar kir ku li ser rêya di navbera Meret Mesrîn û Kefreya de bombeyek bi karwaneke artêşa Tirkiyê ve hatibû teqandin, lê tenê ziyanên madî çêbûn.