
Şervanên QSD’ê ji bo parastina gelê xwe li ser pêyan in û dîsa li gundewarê Dêra Zorê operasyonek pêk anî û 7 çeteyên DAIŞê girtin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku wan 7 çeteyên DAIŞê li Xerîba li gundewarê bakur ê Dêra Zorê li gel hejmareke cebilxane, çek û alavên teknîkî hatin girtin.
QSD diyar kir ku ev girtin bi piştevaniya asmanî ya hêzên Koalîsyona Navdewletî û weke beşekî xebatên berdewam ên zorbirina gefan pêk hatiye.