Li Tebqayê tora ava vexwarinê hate guhartin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê xebatên guhartina torên ava vexwarinê didomîne.
Di encamê de ji sedî 70 boriyên avê yên bajarokê Curniye û gundên wî bi yên nû hatine guhertin.

Di dawiya meha Mijdara de yekîneya Avê ya bajarokê Curniye dest bi torên ava vexwarinê kir.

Li gundê Hemra, Bîr Himêdî El Elî û gundê Tinêra dest pê kir û tora kevn bi ya nû hate guhartin.

Tora nû ji boriyên botîlîn 160 mîlîmetre û bi dirêjiya 3 hezar û 200 metre pêk tê.

Di derbarê vê mijarê de Hevserokê Yekîneya Avê ya Curniye Ehmed Cemal axivî .

Ehmed Cemal dazanîn ku ev 24 sale torên avê yê bajarokê curniyê nehtibûn guhertin, ji bo wê me pêwîst dît ku em bigûherînin.

Di dawiyê de Ehmed Cemal diyarkir ku heta niha ji sedî 70 ji projeya guhartina tora kişandina ava vexwarinê ya bajarokê Curniye qedandine û armanc dikin ku heta serê salê vê projeyê bidawî bikin.

Back to top button