Hêzên Rizgariya Efrînê 2 çalakî li dijî çeteyên dewleta Tirk li Ezazê pêk anîn.
Di encamê de 7 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariyê der barê van çalakiyan de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya HRE’yê de wiha hate gotin:
3’yê Îlonê, hêzên me ji 3 baskan ve êrîşeke berfireh bir ser baregeh û çeperên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Kefer Xaşir ê Ezazê.
Li wir, şer navbera şervanên me û çeteyan rû da.
Di encama şer de, 3 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Her wiha 2 çeper û çekek A4 jî hatin wêrankirin.
Hemwextî wê, li heman gundî hêzên me bi çalakiyeke wêranker siwareyeke leşkerî ya çeteyan rûxand.
Tê de 4 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.