Parlemena Lîbya kabîneya hikûmeta nû erê kir

Parlemena Lîbyayê bi piraniya dengan kabîneya hikûmeta nû ya welêt a bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe erê kir.

Beriya du rojan, serokwezîrê hikûmeta nû ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe bi armanca pêkêşkirina kabîneya hikûmeta xwe ji bo parlamanê, berê xwe dabû bajarê Sirtê.

Lê parlemena Lîbyayê ev du roj in dengdana ji bo erêkirina hikûmeta nû bipaş dixe.

Îro rûniştina parlemena Lîbyayê de dengdan pêk hat bi pirnaiya dengan kabîneya hikûmeta nû hat erêkirin.

Bi vê yekê wê hikûmeta nû ya Lîbyayê hemû deverên Lîbyayê birêve bibe.

Piştî erêkirina hikûmeta nû, serokwezîr Ebdulhemîd El-Debîbe banga bidawîkirina parçebûna li welêt kir û diyar kir ku ew ji bo berjewendiya hemû Lîbyayê kar dike.

serokê parlemeta Lîbya Eqîle Sallih got ku wê hikûmeta Lîbyayê ya nû wê duşema bê li bajarê Bengaziyê sonda destûrî bixwe.

Back to top button