Li Komara Kongo…27 kes hatin kuştin û jimareke mezin hatin revandin

Li Afrîkayê tevgera terorê zêde bûye, herî dawî li Komara Kongo ya Demokratîk 27 kes û li Nîjerê jî 10 kes hatin kuştin.

Desthilatên Komarê ragihand ku Sêşemê koma çekdar a bi navê “Hêzên Demokratîk ên Hevalbend” êrîşî 4 gundan kir û bi kêran 12 kes kuştin, her wiha jimareke ku heta niha nehatiye diyarkirin, ravand.

Li gorî desthilatên herêmî, artêşa welat bersiva êrîşê da û di encamê de, leşkerkî artêşê di nav de, 15 hatin kuştin û artêşê her wiha 10 sivîl jî rizgar kirin.

10 kes li rojavayê Nîjerê hatin kuştin

Li Nîjer û Mozambîqê jî êrîşên terorîst hebûn..

Ji ber êrîşeke terorîst li rojavayê Nîjerê, 10 kes hatin kuştin û li Mozambîqê jî komeke terorîst êrîşî projeyeke mezin ya xazê kir.

Back to top button