Senatoya Amerîkî proje-biryarekê ji bo lêpirsîna rejîma Esed erê kir

Senatoya Amerîkî proje-biryarek, ji bo lêpirsîna Beşar Esed derbarê sûcên ku li dijî gelê xwe kirine, pesend kir. Her wiha balyozxaneya Amerîkî li Şamê jî banga lêpirsîna Esed û eşkerekirina çarenûsa girtiyên di zindanên wî de kir.

Senatoya Amerîkî, “proje-biryareke lêpirsînê” der barê “sûcên rejîma Beşar Esed” de pesend kir.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkî, ev projebiryar xist dengdanê û bi erêkirina hemû endamên komîteyê yên demokrat û komarparêz, hat erêkirin.

Serokê komîteya demokratan Bob Menendez û yê komarparêzan James Risch, kêfxweşiya xwe ji ber erêkirina vê proje-biryarê anî ziman û teqez kir ku divê Esed û hevalbendên xwe bên cezakirin.

Ev proje-biryar, sûcên rejîma Esed li dijî gelên Sûriyê şermezar dike û teqez dike ku Amerîka, rejîma Esed, berpirsyarê sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan dibîne.

Di vê proje-biryarê de, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo gelên Sûrî, tevî dewamkirina pêkanîna cezayên Qeyser jî heye.

Dozgeran bang li Biden kir ku aloziya Sûriyê bike kêşeyeke sereke ya siyaseta derve ya Amerîka û destnîşan kir ku armanca qanûna Qeyser, cezakirina rejîma Esed û hevalbendên wê, li ser binpêkirinên ku der heqê gelên Sûrî de kirine ye.

Amerîka banga diyarkirina çarenûsa girtiyên li ba rejîma Esed kir

Her wiha bi boneya roja cîhanî ya “mafê zanîna rastiyê derbarê binpêkirinên mafên mirovan û rûmeta qurbanan de”, Amerîka banga lêpirsîna sûcên Beşar Esed û diyarkirina çarenûsa girtiyan di zindanên wî de kir.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê bi daxuyaniyekê banga serbestberdana girtiyan li hikumeta Şamê kir û got:

Divê lêpirsîn ji bo binpêkirinên birêxistinkirî yên der heqê Sûriyan de kirine, were destpêkirin.

Ji sala 2011’an ve, hikumeta Şamê bêhtirî nîv milyon sivîl girtine û piraniya wan li jêr êşkenceyê jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button