Rêveberiya Xweser buhayê kîloya genim bi 17 centên Amerîkî diyar kir

Li ser pirsên di serê cotkaran de, Rêveberiya Xweser careke din ji bo buhayê genim daxuyaniyek nivîskî da. Rêveberiyê careke din teqez kir ku bihayê her kîloyek genim 17 centan Amerîkî ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî îro bi biryarnameya 62’yan buhayê kirîna genim diyar kir.

Li gorî biryarnameyê, wê kîloya genim bi 17 centên Amarîkî ji cotkaran bê kirîn.

Rêveberiyê destnîşan kir ku di dema dayîna pereyan de jî wê qîmetê dolar were destgirtin û li pêşberî 17 Centî wê lîreyê sûrî were dayîn.

Back to top button