Bi îdîaya “Heqreta li Erdogan”îfadeya bîngol hate wergirtin

Fransa, êdî mîna Tirkiyê tev digere û zextan li ser gelê Kurd dike..
Vê dawiyê bi îdîaya “Heqaret li Erdogan hatiye kirin” îfadeya siyasetmedarê Kurd Vedat Bîngol hate wergirtin.

Ji bo îfadeya xwe bide, bang li Hevserokê berê yê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Vedat Bîngol hate kirin.

Vedat Bîngol da zanîn ku polîsên Fransî bi idiya ku wî heqaret li Erdogan kiriye, bang kiriye.

Bîngol ev kirin rexne kir û got: Gelo desthilatên Fransayê bi fermana Erdogan tev digerin?

Hevserokê berê yê (CDK-F) Vedat Bîngol her wiha anî ziman ku hikumeta Fransayê di rêyeke metirsîdar de ye û bang lê kir ku dawî li vê siyaseta xwe ya dînbûnê bîne.

Back to top button