Edalet Ebdullah: Divê partiyên Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bidin HDP’ê

Hewldanên girtina Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, bi nerazîbûnekê mezin re rû bi rû bûye, lê ji bo parastina berjewendiyên xwe, partiyên Başûrê Kurdistanê heya niha ti deng ji xwe neanîne. Li ser vê yekê, çavdêrê siyasî Edalet Ebdullah bang li hemû partiyan kir ku ji temara bêdengiya xwe rabin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê, her ku bo bidestxistina maf û azadiyê gavek hatiye avêtin, bi astengkirinê re bêencam bûye.

Li Tirkiyeya ku navê demokratîkê bi dû xwe dixe, vê dawiyê tevî girtina parlementeran, hewlên girtina HDP’ê tên dan.

Çavdêrê siyasî Edalet Ebdullah di vê derbarê de anî ziman ku Tirkiye hewl dide HDP ji holê rake, ji ber ku dikare li Bakurê Kurdistanê nûnertiya siyasî ya gelê Kurd bike.

Edalet Ebdullah da zanîn ku Tirkiye bi serpereştiya Erdoganê faşîst, di mijarên herî girîng û doza Kurdî de, siyaseta xwe ya bi derve re, ji dest daye û got:

“Nepejirandina vê binkeftinê, her wiha berxwedana Kurdên Bakur bi nûnertiya HDP’ê, li ber Erdogan bûye astengiyeke pir mezin.”

Ji gelek welatan piştgiriya HDP’ê hate nîşandan, lê ji Başûrê Kurdistanê ti deng nehate bihîstin.

Çavdêrê siyasî Edalet destnîşan kir ku hin partiyên siyasî yên Başûr ji bo berjewendiyên xwe, nikarin rasterast li dijî hewldanên Tirkiyê yên girtina HDP’ê helwestê nîşan bidin û got:

“Berjewendî çi dibin, bila bibin. Nabe bi ti awayî partiyên Başûr pişta xwe bidin neteweya xwe.”

Endamê Rêveberiya YNK Mistefa Çavreş jî der barê hewldanên girtina HDP’ê de diyar kir ku ev yek dê ti sûdê nede Tirkiyê, ji ber ku li pişt HPD’ê; gelê Kurd heye. Ev yek jî, di pîrozbahiyên Newrozê de hate peyitandin.

17 vê mehê, Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, bi angaşta ku HDP li dijî siyaseta Enqereyê tev digere, angaşnameyek bo girtina Partiyê şandibû Dadgeha Bilind.

Back to top button